Li Helebê di encama êrişekê de 7 çete hatin kuştin

Li dijî benda kontrolê a çeteyên koma bi navê Cebhet Şamiyê ya li bakurê Helebê êriş hat kirin, di encamê de 7 çete hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, benda kontrolê ya çeteyên Cebhet Şamiyê ên girêdayî dewleta Tirk ya li ser rêya Sico ya ku Ezaz û deriyê sînor ê Bab El-Selam bi Tirkiyê ve girê dide ji aliyê hin çekdarên nenas hate hedef girtin..

Hat diyar kirin di encamê de di navbera çekardarên êrişkar û çeteyan şer derket.

Her wiha çavdêriyê ragihandin ku di encama şer de 7 çeteyên Cebhet Şamiyê ku di nava wan de serçeteyek jî heye, hatin kuştin.

Li Şamê bomebeyek teqiya kesek birîndar bû

Her wiha çavdêriyê ragihand ku vê sibê li paytext Şamê bombeyek bi erebeyeke rayedarî de teqiya, di encmê de kesek birîndar bû.

Back to top button