LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ DI 5 MEHAN DE REJÎMA IRANÊ 19 KES BI DAR VE KIRIN

Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ya li Rojhilatê Kurdistanê li ser binpêkirinên li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belavkir. Li gorî wê di 5 mehên dawî de hikumeta Îranê 19 kes bi darve kirine û 141 çalakvanên siyasî, medenî û jîngeh parêz jî bi hincetên cûda hatine girtin.

Hikûmeta îranê bi girtin, darvekirin û gelek awayên din mafê siyasî û civakî yê gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê binpê dike.

Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ya li Rojhilatê Kurdistanê raporek derbarê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî belav kir.

Komeleyê di rapora xwe de wiha got:

Di nava 5 mehên dawî yên sala 2019’an de, rêjîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê 19 kes bi darvekirine.

Her wiha 141 çalakvanên siyasî, medenî û jîngeh parêz jî bi hêcetên cûda cûda girtin.

komeleyê da zanîn ku di nava 5 mehên dawî de 40 kolber û 3 kasibkar jî bi guleyên raste rast yên hêzên Îranê hatine kuştin.

Li gorî heman rêjeyî jî 69 kolber û 3 kasibkar jî birîndar bûne.

Leave a Reply

Back to top button