Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihandin ku hêz û çekdarên ewlekariyê yên Etiyopyayê li herêma Tîgrayê di asta “paqijiya etnîkî” û “sûcê li dijî mirovahiyê” de binpêkirinên mafên mirovan kirine.
Rêxistinên navborî raporeke hevpar amade kirin û diyar kirin ku sivîlên Tîgrayî bûne armanca ‘kampanyayeke paqijiya etnîkî ya bêrehm’.
Li gorî raporê, di dema operasyona yekîneyên Etiyopyayê de bi sed hezaran kes ji Tîgray a rojava bi qemyon û otobusan hatin dersînorkirin an jî ji zilma hêzên ewlekariyê reviyan.
Ev zilm ji aliyê rêveberiya herêmî û xwecihî ve bi destavêtin, kuştin, talankirin û bêparhiştina ji alîkariya mirovî hate kirin.
Di rapora bi sernavê “Em ê vê xakê ji we paqij bikin” de hate gotin,
“Ev êrişên bi rêk û pêk ên li dijî nifûsa sivîl a Tîgrayiyan, li gel sûcê şer her wiha sûcên li dijî mirovahiyê ne.”
Herdu rêxistinan xemsariya hikumeta Addîs Ababa şermezar kirin û destnîşan kirin ku ev operasyon bi “daxwaz û tevlîbûna hêzên federal ên Etiyopyayê” hate kirin.
Şerê li Tîgrayê, Mijdara 2020’an piştî ku Serokwezîr Abiy Ahmed ji bo têkbirina rayedarên Eniya Rizgariya Gel a Tîgrayê (TPLF) leşker şand herêmê, destpê kiribû.