Nexweş Aysel Tugluk li gorî berê girantir bûye

Li girtîgehên dewleta Tirk sûc binpêkirinên li dijî girtiyên siyasî yen kurd û nexweş her diçe zêde dibin. Malbatên girtiyan ên ku dest bi çalakiyan kirine bang li partiyên siyasî û Wezîrê Dadê kirin ku beriya rewş dereng bikeve pirsgirêkên li girtîgehan werin çareserkirin Li aliyê din Jinên hiqûqnas serdana siyasetmedara kurd ya girtî û nexweş Aysel Tugluk kirin û gotin, nexweşiya Tugluk li gorî berê girantir bûye.

Rewşa girtiyên siyasî yen kurd û nexweş yên li girtîgehên Tirkiyê her diçe giran dibe.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 605 jê giran hezar û 605 girtiyên nexweş hene.

Ji van girtiyên nexweş yek jê jî Ciwan Boltan e ku her diçe rewşa tenduristiya wî xirabtir dibe.

Nazmîye Boltan: Ji ber binpêkirinan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin

Dayika Ciwan, Nazîme Boltan ku di nobeda edaletê de ye têkildarî binpêkirinên li girtîgêhan axivî.

Dayik Nazîme diyar kir, ji ber binpêkirinên mafa ên li girtîgehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin.

Nazîme Boltan daxwaza xwe ya edaletê dubarê kir û wiha got:

Li hemberî sûc û binpêkirinên li girtîgehan çalakiyên Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan jî dewam dikin.

Çalakiya malbatên girtiyan yên li Amedê di roja 142’an de ye

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan li Baroya Amedê di roja 142’yan de didome.

Malbatan îro li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê.

malbatan bang li partiyên siyasî û Wezîrê Dadê kirin ku beriya rewş dereng bikeve pirsgirêkên li girtîgehan werin çareserkirin

Jinên Hiqûqnas serdana siyasetmedara Kurd ya girtî aysel tugluk kirin

Li aliyê din Jinên hiqûqnas çûn Girtîgeha Kandirayê û serdana siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a ku nexweşiya wê giran e kirin.

Parêzeran piştî serdana Tugluk li ber girtîgehê daxuyanî dan.

Parêzer Leyla Han Tuzel beriya daxuyaniyê derbarê tenduristiya Tugluk de agahî dan û destnîşan kir ku nexweşiya Tugluk li gorî berê hin girantir bûye

Piştî axaftina Leyla Tuzel, parêzer Eylem Arzu Kayaoglu daxuyanî xwend û rapora berdanê ya ku nexweşxaneyê daye Tugluk bi bîr xist.

Eylem Arzu diyar kir Saziya Tiba Edlî raporên berdana Tugluk li ber çavan nagire û girtiyên nexweş dişîne mirinê û got, “Wezareta Dadê û saziyên têkildar, ji tenduristiya Aysel Tugluk, berpirsiyar in.”

Eylem Kayaoglu bang li Yekîtiya Baroyan a Tirkiyê û Baroya Stenbolê kir ku ji bo Tugluk û hemû girtiyên nexweş bikevin tevgerê.

Back to top button