Dagirkeran êrişî gundê Esediyê kir di encamê de 5 kes ji malbatekê birîndar bûn

Bê nabvber û rojane dewleta qirker êrişê herêmê dike..
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh derengiya şevê gundê Esediyê yê Zirganê topbaran kirin.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe duh derengiya şevê gundê Esediyê yê navçeya zirganê topbaran kir.

Di encamê de ji malbatekê 5 kes birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin gihiştin mal û milkên welatiyan.

Navê kesê birîndar wiha ne ..

Mehmûd El-Zahir (42 salî)..

Bera Mehmûd El -Zahir (16 salî)..

Nerges Mehmûd El-Zahir (15 salî) ..

Şefak Mehmûd El-Zahir (9 salî)..

Xizmekî malbatê Înas Îsmaîl El-Xelef (17 salî).

Li aliyekî din duh danê êvarî jî dewleta Tirk a dagirker gundê Eyn Îsayê kir hedef..

Gundê Seyda, Mielek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 ên rojavayê navçeyê bi moşekan rastî êrişan hat..

Back to top button