Şêniyên Şehbayê: Her tişt bûha ye û barê me giran bûye

Demeke dirêj e li ser Şehbayê ji aliyê hikumeta Şamê ve, dorpêç hatiye sepandin.
Ev dorpêç bûye sedema bilindbûna nirxên madeyên xwarinê û vê jî azarên xelkê zêde kiriye.
Xelkên Şehba û koçberên Efrînê dibêjin ji ber vê dorpêçê her tişt buha ye bi vê re barê wan giratntir bûye.
Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir jî hişyarî da ku eger rewş wiha dewam bike wê xelk rojên zehmet bijîn.

Demeke dirêj e, hikumeta Şamê li ser Şehbayê dorpêç sepandiye û azarên xelkê wê du qat kiriye.

Tevî ku meha Remezanê ye jî, ev dorpêç hîna girantir bûye.

Buhayên kelûpelan bilind in û barê şêniyan giran bûye.

Li dijî vê dorpêçê şêniyên Şehbayê nerazîbûn nîşan dan û banga rakirina wê kirin.

Şênî dibêjin:

” Hikumeta Şamê û bazirganên ku kesybaziyê dikin, berpirsên vê aloziyê ne.”

Ji wan Mihemed El-Ehmed ê ji navçeya Fafînê ye.

Mihemed l idijî sepandina vê dorpêçê dibêje:

”Li herêmê bihabûneke ne normal heye, ji ber wê em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin.”

Koçberê bi navê Hikmet Mihemed jî bertek nîşan da û ev tişt anî ziman:

“Li gorî par, îsal cudahiyeke mezin di aliyê bihabûnê de heye.

Hikumetê îsal zext li dijî me zêde kirine.”

Her wiha koçber Mihemed Hebîb jî diyar kir ku ji ber buhabûnê, welatî kêm pêdiviyên xwe dikirin.

Zelûx Bekir: Eger dorpêç wiha dewam bike wê xelk rojên zehmet bijîn

Der barê vê rewşê de Hevseroka Meclisa Kantona Efrînê Zelûx Bekir axivî.

Zelûx da zanîn ku ji ber siyaseta hikumeta Şamê, barê xelkê giran bûye û azar zêde dibin.

Zelûx hişyarî da eger rojên pêş rewş wiha dewam bike wê xelk rojên zehmet bijîn.

Dawiyê Zelûx Bekir bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da vê dorpêçê bi dawî bikin.

Back to top button