Dr.Berwarî: Heger hemû partî li hev biciviyana wê aloziyeke bi vî rengî derneketiba

Krîza hilbijartina serokkomar û avakirina hikumeta nû ya Iraqê dewam dike.
Li ser mijarê, Dr. Kamûran Berwarî û şîrovekarê siyasî Tariq Cewherî tevlî bernameya Bûyer a televizyona me bûn.
Di axaftinên wan de hat gotin:
” Heger hemû partiyên siyasî biban yek wê aloziyek bi vî rengî rû nedaba.”FILM

Duh dema destûrî ya hilbijartinên serokomarê Iraqê bi dawî bû ..

3 caran Parlementoya Iraqê civiya lê dîsa jî ji civînên wan ti encama derneketin.

Têkildarê vê aloziyê, Dr. Kamûran Berwarî û şîrovekarê siyasî Tariq Cewherî tevlî bernameya Buyer a televizyona me bûn.

Kamîran Berwarî da zanîn ku heger aliyên siyasî li hev biciviyana taybet PDK’ê, wê ev alozî li Iraqê derneketiba.

Berwarî diyar kir ku pêşbaziya di navbera YNK û PDK’ê de astengiya herî mezin a li ber hilbijartina serokkomar e.

Tariq Cewherî: Ev krîza heyî bandorê li tevahî Iraqê dike

Li aliyê din şîrovekarê siyasî Tariq Cewherî jî dibêje:

” Ev krîza heyî bandorê li tevahî Iraqê dike û wê rê li ber gelek tiştan veke.”

Tariq Cewherî anî ziman rewşa heyî metirsîdar e û xelkê Iraqê jî vê metirsiyê dijî.

Back to top button