DYA: Dibe Koreya Bakur hefteya pêş ceribandineke nukleerî pêk bîne

Piştî 5 salan Koreya Bakur amadekariyên ceribandineke nukleerî dike. Rêveberên Amerîka îdia dikin ku hikumeta Pyongyang wê di nava hefteyê de ceribandineke nukleerî pêk bîne.

Li gor nûçeya rojnameya The Guardian ê, nûnerê taybet ê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bo sîyaseta Koreya Bakur Sung Kim ragihand ku Pyongyang dibe 15’ê Nîsanê di 110’emîn rojbûna damezrînerê wî welatî Kim Il-sung de ceribandineke nû ya kapasîteya çekên nukleerî pêk bîne.

Kim got, “Em ji kiryarên provokatîf ên Komara Demokratîk a Gel a Koreya têkildarî salvegera pêşeroj bi fikar in. Ez naxwazim bêtir spekulasyonan bikim, lê dibe ku ev ceribandinek nukleerî be.”

Koreya Bakur ji sala 2006’an ve 6 ceribandinên nukleerî pêk anîne.

Piştî ceribandina dawîn a sala 2017’an, lîderê welêt Kim Jong-un ev ceribandin bipaşve xistibû.

Piştî wê salekê 2018’an, Kim Jong-un bi Serokê berê yê DYA Donald Trump re lûtkeya jinavbirina nukleerî pêk anî.

Rêveberiya Pyongyanê ji despêka salê ve jî lez da xebatên ceribandina moşekan.

Di nava 3 mehê derbasbûyî de, rêveberiya Koreya Bakur 11 moşek ceribandin.

Back to top button