Pêngava paqijkirinê li Qamişlo dewam dike

Pêngava paqijkirinê ya ku TEV-DEM li bajarê Qamişlo dabû dest pê kirin, îro li ser rêya gundê Um El-Firsan ya rojhilatê bajêr, dewam kir.

28’ê meha borî taxên Enteriyê, Qenat El-Siwês û Cuma ên bajarê Qamişlo hatin paqijkirin.

Îro jî pêngava paqijkirinê li gundê Um El-Firsan yê bajêr dewam kir.

Bi dehan endamên TEV-DEM, yekîtiya Kedkaran, Hêzên leşkerî û şêniyên bajêr bi awayekî çalak beşdarî pêngavê bûn.

Beşdaran ji riya gundê Um El-Firsan dest pêk kir heta kolan û qadên sereke pêde çûn.

Derbarê pêngavê de endama rêveber a Yekitiya Kedkaran a Kantona Qamişlo Şehnaz Hemo axivî û îşaret bi girîngiya paqijkirina bajêr kir û bang li hemû gelên herêmê kir ku xwe berpirsiyar bibînin û di paqijkirina bajêr de cih bigirin.

Back to top button