Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji pêşeroja DAIŞ’ê bi fikar in

Xeteriya çeteyên DAIŞ’ê li ser ewlehiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didome. Li girtîgehan bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û li kampan jî bi deh hezaran malbatên çeteyan dimînin. Şêniyên herêmê jî li ser pêşeroj û xeteriya çete, malbat û zarokên wan ên li herêmê, bi fikar in. Şêniyan bang li welatên ku çete jê hatine kirin ku welatiyên xwe vegerînin.

Xeteriya çeteyên DAIŞ’ê, li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dike.

Li girtîgehan bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û li kampan jî bi deh hezaran malbatên wan dimînin.

Bi taybetî xeteriya kampa Holê, her ku diçe zêdetir dibe.

Çavdêr jî vê kampê weke bombeya li ber teqînê, bi nav dikin.

Lê dewletên ku welatiyên wan li Kampê ne ji bo vegera wan ti gavan navêjin.

Malbatên çeteyan zarokên xwe li ser fikrê DAIŞ’ê mezin dikin û bûyerên kuştinê ku malbatên çeteyan li kampê pêk tînin, dem bi dem rû didin.

Di sala 2021’an de, 126 sûcên kuştinê, 41 hewldanên kuştinê pêk hatin, 13 kon hatin şewitandin û zêdetirî 27 hewldanên revê çêbûn.

28’ê Adara derbasbûyî jî şaneyên DAIŞ`ê êrişî dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kampê kiribûn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beş bi beş welatiyên ji Iraq û Sûriyê yên dixwazin vegerin warên xwe, ji kampê derdixe.

Li ser pêşeroj û xeteriya çete, malbat û zarokên wan li herêmê, şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyê bi fikar in.

Reca El-Mihemed metirsiya xwe derbarê kampa Holê de anî ziman û diyar kir ku xeteriya Kampa Holê ji ya Girtîgeha Sînaa ne kêmtir e û bang li civaka navneteweyî kir ku dosya DAIŞ`ê çareser bikin.

Merdiye Xelîl jî bang li dewletên cîhanê kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigirin û got:

“Mana jin û zarokên DAIŞ`ê li kampê tê wateya dubarekirina hewldanên wan ên revê, kuştin û şewitandinê.”

Ebdurehman Dawûd Şêxo jî diyar kir ku metirsiya DAIŞ`ê di bûyerên girtîgeha Sînaa û kiryarên jinên DAIŞ`ê yên li kampa Holê eşkere dibin.

Şêxo diyar kir ku dewletên cîhanê ji ber berjewendiyên xwe naxwazin welatiyên xwe yên DAIŞ’î werbigirin û naxwazin dadgeheke navdewletî bê avakirin.

Ehmed Hisên jî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî çareserkirina dosya DAIŞ`ê, rexne kir û banga vegerandina çeteyan li welatên wan kir.

Dê li ser xeteriya DAIŞ’ê semînerek online were lidarxistin

Li ser mijarê, Navenda Kurdî ya Lêkolînan jî dê di 9’ê Nîsanê de bi rêya bernameya Zoom semînereke diyalogê ya bi sernavê “DAIŞ hewl dide xwe birêxistin bike û hêza xwe vegerîne”, li dar bixe.

Di semînerê de, dê Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Aram Hena, Lêkolînerê Amerîkî, Michael Rubin û Nivîskar û rojnamevanê Iraqî, Elî El-Seraf, beşdar bibin.

Semîner dê roja şemiyê were lidarxistin û li ser rûpela fermî ya Navenda Kurdî ya Lêkolînan a Facebookê jî, were weşandin.

Back to top button