Bê-exlaqî û bêwijdaniya dewleta Tirk a dagirker rojane teqez dibe.
Dewleta qaşo xwe weke serkêşê cîhana Îslamî dibîne, di rojên cejna olî de binpêkirinên xwe ranawestîne.
Bi taybetî jî li navçeya Şêrewa ya Efrînê, carekê dişewitîne û carekê jî topbaran dike.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh berêvarê gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa topbaran kir.
Nûçegihanê me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh berêvarê bi moşek û obîsan gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawayê topbaran kir.
Nûçegihanan diyar kir ku hejmarek moşek li gund ketin, lê hema der barê ziyanan de tu agahî bi dest neketin.