Mehmet Sevînç yê 63 salî ku 28 sal girtîbû jiyana xwe ji dest da

Rewşa girtiyên nexweş yên li zîndanên dewleta Tirk her diçe giran dibe. Ji ber ku girtî nayên dermankirin û nayên berdan jiyana xwe ji dest didin. Girtiyê nexweş Mehmet Sevînç ê 63 salî jî ku 28 sal girtîbû jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din malbatên girtiyan jî li hemberî bêdengiya li dijî mirinên girtiyan bertek nîşan dan.

Dewleta Tirk bi polîtîkayên êşkence, tecrîd û hemû cure binpêkirinên mafan, girtiyên nexweş bi zanebûn dikuje.

Girtiyê nexweş Mehmet Sevînç ê 63 salî ku li Girtîgeha bajarê Manîsayê girtîbû jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin Mehmet Sevînç şeva 3’yê nîsanê xwîn çûbû ser mêjiyê wî û tê îdiakirin ku gardiyanan nîvê şevê Sevînç bi awayek ku ji ser hişê xwe ve çûbû dîtiye.

Sevînç radikin nexweşxaneyê û tê emeliyatkirin.

Malbat çend roj bû li ber nexweşxaneyê disekinî.

Leşkeran îro danê nîvro agahî dan malbatê ku Sevînç jiyana xwe ji dest daye.

Cenazeyê wî ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.

Keça Sevînç, Bêrîvan Sevînç da zanîn bavê wê avêtibûn hucreya yek kesî û ew di wir de kuştine.

Çalakiya Malbatên girtiyan yên li Amadê di roja 143. de ye

Çalakiya bi daxwaza edaletê ya malbatên girtiyan yê ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş dewam dike.

Çalakiya Malbatên girtiyan yên li Amedê di roja 143’yemîn de dewam kir.

Malbatên girtiyan îro hatin ber deriyê Edliyeya Amedê û azadiya xizmên xwe xwestin.

Endamên partî, rêxistin û saziyên sivîl piştgirî dan çalakiyê.

Di çalakiyê de xizmên girtiyan bal kişandin ser mirina Mehmet Sevînç û bêdengiya li dijî mirinên girtiyên nexweş.

Ji bo berdana girtiyên nexweş li bajarê Îzmîrê îmze berhevkirin

Paltforma Azadî Ji Bo Aysel Tûglûk û Girtiyên Nexweş, kampanyaya îmzeyan a ji bo berdana siyasetmedar Aysel Tûglûk û girtiyên nexweş dabû destpêkirin, li gelek deverên bajarê Îzmîrê didomîne.

Back to top button