Hêzên Îranê bargehên koalîsyonê ên li Dêrazorê topbaran kirin

Hêzên Îranê ên îro bi moşekan bargeha Koalîsyona Navneteweyî ya li Dêrazorê hedef girt, di encmê de 2 leşkerên Koalîsyonê birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, Hêzên girêdayî Îranê ên li rojavayê Çemê Firatê bi 5 moşekan bargeha Koalîsyona Navnetewî a li Heqil El-Umer ya Dêrazorê hedef girt.

Hate diyarkirin ku di encamê de 2 leşkerên Koalîsyonê birîndar bûne.

Ji bilî birîndaran jî, zirar li derdorê çêbû.

Her wiha Hêzên Koalîsynê jî weke bersiv êrişî bargehên hêzên Îranê ên li rojavayî çemê Firatê kirin.

Balafirên Rûs deverên DAIŞ’ê yên li çolistana Sûrî topbaran kir

Çavdêriyê da zanîn ku, ji vê sibê ve balafirên şer ên Rusya nêzî 25 caran êrişên hewayî li dijî deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî pêk anîn.

Li Derayê di êrişekê de leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin

Her wiha çavdêriyê ragihand ku li ser riya Cîze-Kihêl ya li rojhilatê Dera çekdarên nenas gule li leşkerekî hêzên hikumeta Şamê reşandin û di encamê de hat kuştin.

Back to top button