Bavê şervana enternasyonalîst Anna Campbell dozek li dijî dewleta Tirk vekir

Bavê şervana enternasyonalîst Anna Campbell a bi nasnav Hêlîn Qereçox li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hate şehîdxistin, dozek li dijî dewleta Tirk vekir da ku cenazeya wê li welatê vegerînin.

Hêlîn Qereçox (27) di 2017’an de berê xwe da Sûriyê û tev li YPJ’ê bû.

Di 15’ê Adara 2018’an de Hêlîn Qereçox di êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser kantona Efrînê de şehîd bû.

Li gorî rapora malpera Medyanews, bavê şehîd Hêlîn ji bo wergirtina cenazeyê keça pêngavek da ye destpêkirin…

Dirk Campbell li ser doza keça xwe wiha dibêje:

“Dewleta Tirk keça min qetil kir. Keça min tu karekî dijminahî li dijî dewleta Tirk nekir.

Êrişên wê li Sûriyê wek êrişa Rûsya li Ukrayna ye.

Welatî qetil kirin, bi hezaran welatî bi darê zorê koçber kirin, sûcên şer û binpêkirinên dermirovî pêk anîn.

Rojava li dijî Rûsya disekine, lê tu helwestî li dijî dewleta Tirk ku endamekî NATO’yê ye ji ber sûcên wê li Sûriyê, negirtin.”

Campbell diyar kir ku ew ê doza xwe pêşkêşî DMME’yê bike.

Back to top button