Demîrtaş: Dewletê jî dît ku Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe

Di rûniştina Doza Kobanê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahedîn Demîrtaş parastina xwe kir û got: “Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têkoşiya. Dewletê jî û hikûmetê jî samîmiyeta wî dît.”

11’emîn rûniştina Doza Kobanê ku 22 kes girtî, bi giştî 108 kes tên darizandin, di roja 11’emîn de li Eywana Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê dewam kir.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahedîn Demîrtaş parastina xwe kir.

Demîrtaş, di parastina xwe de daxuyaniyên xwe yên têkildarî aştiyê û rawestandina çekan de xwendin.

Demîrtaş, diyar kir gotinên îtirafkar Kerem Gokalp ên derbarê wî û Kamûran Yuksek de derew in û wiha got,

” HDP’ê ji bo aştiyê gelek tişt kir. Biryara şer hatibû girtin û me tu tiştek nekir, me nikaribû bidin sekinandin.

Me di dema pêvajoya çareseriyê de li Qendîlê, li Îmraliyê, li Enqereyê vîna çareseriyê dît. Mirov, esker û ên li çiyê şer nexwestin, lê hin kesan şer xwest.

Ez 8 caran, heyeta me 30 caran çû Îmraliyê. Me HDP, samimiyeta Abdullah Ocalan dît. Abdullah Ocalan ji bo aştiyê têkoşiya. Dewletê jî û hikûmetê jî samîmiyeta wî dît.”

Back to top button