Li Bilbilê ya Efrînê komên çete yên Tirkiyê careke din bi hev ketin

Çend roj in li herêmên dagirkirî şer di navbera çeteyên dewleta Tirk de berdewam dike. Li naveçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî careke din di navbera çeteyan de şer derket û di encama kalemêrek hat kuştin.

Piştî rojekê ji rawestandinê, duh êvarî careke din li navçeya Bilbilê şer di navbera çeteyên Feyelq El-Şam û Firqet El-Hemzat de derket.

Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyên xwe, ragihand ji ber şerê çeteyan, kalemêrekî jiyana xwe ji dest da û sivîl jî di nav de gelek kes birîndar bûn.

Şeva Çarşemê jî di navbera her du komên çete yên navborî de li navçeya Bilbilê li ser parvekirina tiştên ji malan hatine dizîn, şer derketibû.

Ev şerê çeteyan li cihên ku sivîl lê dimînin rû dide û hemû cûre çek tê de tên bikaranîn

Berî sê rojan li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê jî di şerê çeteyan de 5 hatibûn kuştin û li bajarokê Silûk ê Girê Spî jî cenazeyên 8 çeteyan hatibû dîtin.

Back to top button