HDP bû mêvanê Sofreya Edaletê ya malbata Şenyaşar

Wekîlên HDP’ê yên Rihayê û rêxistina bajêr doh bûn mêvanê ‘Sofreya Edaletê’ ya ku malbata Şenyaşar ji bo edaletê li ber avahiya dadgeha bajêr dane destpêkirin û bi wan re fitirîn.

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’an li ber avahiya Dadgeha Rihayê dayî destpêkirin di roja 394’an de dom dike.

Dayik û kurê xwe di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derdikevin tên ber Dadgeha Rihayê heta êvarê dimînin, li qada ku lê nobetê digirin, rojiya xwe li wir vedikin.

Wekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, nûnerên Rêxistina HDP’ê ya Rihayê û gelek mêvanên partiyê doh bûn mêvanê “Sofreya Edaletê” ya malbatê.

Parlamentera HDP’ê Ayşe sûrucu bang li dadgeha Rihayê kir ku di meha remezanê de ku weke meha edaletê aştiyê tê zanîn biryara rast bide dawî vê bê edaletiyê bîne.

Back to top button