SAZÎ Û RÊXISTINÊN ŞENGALÊ: DIVÊ IRAQ Û BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HELWESTA XWE ZELAL BIKIN

Sazî û rêxistinên Şengalê têkildarî ciwanê Êzidî Emîn Saleh ê di roja yekem a cejna Remezanê de li Zaxo ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin daxuyaniyek dan.

Sazî û rêxistinênan diyar kirin ku bi taybet ev bûn çend cara ciwanên civaka me ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên qetilkirin û heya neha tu lêpirsîn pêk ne hatine.

Her wiha li hemberî vê yekê heya niha başûrê Kurdistanê û hikûmetên Iraqê bêdengin.

Rojane ev kiryarên wiha ji aliyê dewleta Tirk ve dewam dikin.

Bêdengiya hikûmetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî pêre didome.

Sazî û rêxistinên Şengalê bang li hikûmeta herêma başûrê kurdistan û Iraqê kirin ku li dijî qirkirinê helwesta xwe zelal bikin.

Em bang li hikûmetên Iraqê û Herêma başûrê Kurdistanê kirin ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta xwe zelel bikin.

Par jî bi heman awayî Mahîr Elî Zaxoyî jî di dema di nava baxçe de bû, hatibû qetilkirin.

Leave a Reply

Back to top button