Ji Şehba heta Til Temirê êriş rojane dewam dikin

Êrişên Dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmê bê navber dewam dikin. Doh jî dagirkeran êrişî gundên Eyn îsa, Şehba û Til Temir kirin. Tekildarî zêdebûna êrişên li ser Zirgan û Til Temirê ji fermandarên QSD`ê yê li Zirganê Ekrem Dirbesiyê axivî û got: “Ew û gel bi hev re li hember van êrişên dewleta Tirk ber xwe didin û êriş encamê nagirin.”

Ji 3’yê Nîsanê ve êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn.

Dagirkera rojane êrişî navçeya Til Temir, Eyn Îsa, Zirganê û herêma Şehba dikin.

Doh derengiya şevê jî gundên navçeya Eyn Îsayê, Cedîda û Mielek û rêya M4 ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin topbarankirin

Di heman demê de balafirên bê mirov li ser navçeyê geriyan.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker du gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê jî dan ber topan.

Gundên Tinib û Şewarxe yên navçeyê bi çekên giran hatin topbaran kirin.

 Ekrem Dirbêsiyê: Gel û şervanên xwe li dijî êrişan bi hevre li ber xwe didin

Tekildarî zêdebûna êrişên li ser Zirgan û Til Temirê ji fermandarên QSD`ê yê li Zirganê Ekrem Dirbesiyê axivî.

Ekrem Dirbesiyê anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van rojên dawiyê de ji Zirganê heya Til Temirê topbaran dikin û got: “Di van êrişan de sivîl û saziyên li navçeyê kirin hedef û gelek sivîl birîndar bûn. ”

Ekrem Dirbesiyê diyar kir dewleta Tirk bi hemû cure teknîka xwe êrişê herêmên Zirgan-Til Temir dike.

Ekrem Dirbesiyê destnîşan kir ku welatiyên navçeyê jî êdî tedbîrên xwe li dijî van êrişan digirin ku xwe perwerde kirine û got: “Bi yekdestî em li dijî van êrişan disekinin.”

Herwiha Ekrem Dirbesiyê di axaftinên xwe de îşaret bi bêbersivmayîna hêzên hikumeta Şamê û Rûsyayê û yên li dijî êrişan kir

Fermandar Ekrem Dirbesiyê diyar kir ku amadekariyên êrişan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hene û got:

“Li dijî van amadekariyan Gel û şervanan jî di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de amadekariyên xwe hene”

Back to top button