Zelensky: Li bajarê Borodyakayê cenazeyên 26 kesan hatin dîtin

Şerê li Ûkrayna 44 roj in de dome. Komkujiya li bajarê Buça hîna ji rojevê derneketiye, agahiyên kuştina sivîlên bajarê Borodyakayê hatin.
Zelensky diyar kir ku li bajarê Borodyakayê cenazeyên 26 kesan di bin kavilan de hatine dîtin. Ji ber binpêkirinên Rûsya li bajarê Buçayê Neteweyên Yekbûyî (NY) endamtiya Rûsyayê ya li Konseya Mafên Mirovan rawestand. 

Li Ûkraynayê roj bi roj şer dijwar dibe.

Komkujiya li bajarê Buça hîna ji rojevê derneketibû vê carê agahiyên kuştina sivîlên bajarê Borodyakayê hat.

Vê sibê Serokê Ûkraynayê Vîlodomir Zelensky bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li bajarê Bordyakayê di bin kavilan de cenazeyên 26 sivîlan dîtine.

Zelensky diyar kir ku rewşa bajarê Borodyanka ji ya bajarê Buçayê xirabtir e.

Zelensky bang li hêzên cîhanê kir ku li dijî van kirinên Rûsyayê cezayên herî giran bisepînin.

NY Endamtiya Rûsya ya li Konseya Mafê Mirovan rawestand

Ji ber van kirinan herî dawî Neteweyên Yekbûyî (NY) endamtiya Rûsyayê ya li Konseya Mafên Mirovan rawestand.

Stoltenberg: Pûtîn dest ji dagirkirina Ûkraynayê bernedaye

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stol tenberg diyar kir ku serokê Rûsya Vladomîr Putîn dest ji armancên xwe yê dagirkirina kontrolkirina Ûkraynayê bernedaye.

Stoltenberg daxuyakirin ku ew li herêma Donbasê li benda şerekî giran in û li ser vê egerê wê alîkariyên pêwîst bidin hevkarê xwe Ûkrayna.

Her wiha Stoltenberg kuştina sivîlên li bajarê Bûca jî şermezarkir û got:

“Divê der barê kuştina sivîlan de lêkolînek were kirin, rastî çi be em derxînin holê û aliyên ku sivîl kuştine em derxînin pêşberî dadgehê”

Senatoya Amerîkayê cezayên bazirganî li ser Rûsya û Belarûsê erê kir

Li aliyê din û di çarçoveya cezayên li ser Rûsyayê de Senatoya Amerîkayê pêşnûme-qanûna ku cezayên nû yên aborî li ser Rûsyayê pesend dike erê kir.

Bi îmzekirina serokê Amerîka Joe Bîden ev qanûn wê bikeve pratîkê.

Bi vê qanûnê wê firotin û kirîna gelek pêwistiyên jiyanê bi Rûsya û Belarûsê re qedexe bibin.

Back to top button