KOMAW’ê nerazîbûn nîşanî xiyaneta PDK’ê da

KOMAW’ê bang li saziyên Kurdistanî kir ku li dijî xiyaneta li gelê Kurd helwestê nîşan bidin. 

Komeleya Malbatên Şehîdan û Windahiyan derbarê planên PDK’ê û Tirkiyê li dijî gerîla daxuyaniyek da.

KOMAW’ê ragihandin ku Tirkiyê, bi hevkariya PDK’ê li pey êrişên nû û piralî ne û ev tişt anî ziman:

”A ku me herî zêde aciz dike, PDK’ê ye ku xwe Kurdistanî pênase dike.

Me berî niha gelek caran bang li PDK’ê kiriye da ku hevkariya xwe ya bi Tirkiyê re bi dawî bike.

Lê belê diyar e ku PDK guh nade bangên me, berevajî têkiliyên xwe xurtir dike.

KOMAW’ê anî ziman ”Eger PDK’ê vê hevkariyê bidomîne wê weke xayîn di nav Kurdan de bê pênasekirin.

Dawiyê KOMAW’ê bang li saziyên Kurdistanî kir ku helwesteykê nîşan bidin û yekîtiya Kurdistanî ava bikin.

Back to top button