Dema le pen di rapirsiyan de pêş dikeve, Macron hişyariya rastgirên tund lê dike

Ji bo hilbijartinên serokomariya Fransa tenê 2 roj man. Di hilbijartina ku tê texmînkirin wê derbasî tura duyemîn bide de, Emmanuel Macron û Marine Le Pen li pêş xuya dikin. Macron di hevpeyivînên cihêreng de Fransî li hember gefên rastgirên tund û Le Pen hişyar kir. Macron li wê yekê mikur hat ku ew di warê paşdexistina rastgirên tund de biser neketiye.

10’ê Nîsan roja Yekşemê Fransî ji bo hilbijartina serokomarê xwe yê nû wê biçin ser sindoqan.

Rapirsiyên li welat heta niha hatine kirin, dide xuyakirin ku Emmanuel Macron û Marina Le Pen li pêşin.

Macron yê dixwaze piştî 20 salan di dîroka welat de bibe Serokomarê ku cara duyem hatî hilbijartin, di sala 2017’an de, bi rêjeya ji sedî 66 li pêşberî Le Pen biser ketibû.

Di yekem axaftina xwe ya piştî hilbijartinê ya ji bo xelkê de, Macron gotibû; “Ti sedemek nehêlin ku dengê xwe bidin tundrewan”.

Rapirsiyên li welat nîşan didin ku Macron û Le Pen wê di tûra duyemîn de careke din werin pêşberî hev.

Le Pen ya vê yekê dibîne, sozên mezin ji bo xelkê dide.

Le Pen soza qutkirina baca sotemeniyê dabû welatiyan.

Li aliyekî din tê gotin Le Pen dijberê, sergirtina jinan, dijminê hemwelatiyên biyanî, nîjadperest û dijberê qanûna Fransa ye.

Emmanuel Macron li ser pirsa gelo berpirsyariya wî di piştgiriya bilind a rastgirên tund li Fransayê de heye yan na ji ji rojnameya Le Figaro ya Frensî re axivî û wiha got: Hikûmeta wî bi kêmkirina bêkariyê, afirandina kar û vekirina kargehan di hin waran de li dijî rastgirên tund şer dike. Ji bo herêmên ku ji bo demeke dirêj ne pîşesaz bûn, me kargeh ava kirin. Lê dema ku hûn bi rê ve bibin, hûn wê demê berpirsyarin. Encamên li ser koçberiyê têrê nakin, lê me kontrola sînor zêde kiriye û rêgezên têketinê tundtir kirine.”

Ji bo hilbijartina Fransa 12 namzet wê bikevin pêşbaziyê.

Li gorî destûra bingehîn ya Fransa dema ku di tûra yekemîn ya hilbijartinê de ti namzetekî nekarî ji sedî 50 dengan bigre, hilbijartin derbasî tûra duyemîn dibe.

Tûra duyemîn ji 24’ê Nîsanê di navbera herdu namzetên herî zêde deng girtîn de pêk tê.

Back to top button