Serokê Misyona Çavdêriyê ya YE: 200 çavdêr wê di hilbijartina Libnanê de bi awayekî bêalî kar bikin

Serokê Mîsyona Çavdêriya Hilbijartinê ya YE Holvînî diyar kir ku nêzî 200 çavdêr wê bi profesyonelî, zelalî û bêalîtiyê di hilbijartinên Libnanê de erka xwe bi cih bînin. Hovînî diyar kir ku piştî hilbijartinê ew ê li ser çavdêriyên xwe raporeke berfireh binivîsin.

Serokomarê Libnanê Michel Aoun duh li Koşka Baabda a li paytext Beyrutê bi Serokê Mîsyona Çavdêriya Hilbijartinê ya YE Georgî Holvînî û şandeya pê re civiya.

Di hevdîtinê de Avn got, ew mîna hilbijartinên Libnanê yên 2005, 2009 û 2018’an ji bo hilbijartina parlamentoyê ya 15’ê Gulanê careke din pêşwazî li çavdêriya YE yê dikin.

Her wiha diyar kir ku ji bo ku hilbijartin di dema xwe de di jîngeheke azadî, demokrasî û şefafiyê de bên lidarxistin hemû amadekarî hatine kirin .

Di hilbijartinê de 155 jin jî namzetiya xwe diyar kirine.

Ev yek di dîroka welat de asta rekorê ye.

Serokê Libnanê Aoun bal kişande ser wê yekê ku tevî şert û mercên dijwar ên aborî û darayî yên welat tê re derbas dibe, hewl tê dayîn ku astengiyên li pêşiya bidestxistina vî mafê destûrî yên girîng derbas bikin.

Ji aliyê din ve Holvînî diyar kir ku ew ê beriya roja hilbijartinê dest bi xebatê bikin û piştre jî dewam bikin.

Şande wê hemû herêmên Libnanê bigerin û mîna hilbijartinên derbasbûyî di dawiyê de li ser çavdêriyên xwe raporeke berfireh amade bikin.

Serokê nûneratiya çavdêriya hilbijartinan ya YEyê bal kişand ser wê yekê ku endamên şandê wê pêvajoya hilbijartinan li hin welatên Ewropayê li gorî heman pîvan û rêgezên ku wê li Lubnanê bêne sepandin bişopînin.

Holvînî got; “Mîsyona çavdêriyê di 27ê Adarê de gihîşt Libnanê û wê heta 6ê Hezîranê bimîne. Şand wê ji 200 çavdêrên 27 welatên endamên YE, Norwêc û Swîsre pêk were. Rapora me ya dawî wê nirxandinek li ser pêvajoya hilbijartinê û her weha pêşniyarên ji bo reformên muhtemel ên ji bo baştirkirina pêvajoyên hilbijartinê yên pêşerojê pêk bîne.”

Di hevdîtineke din ya ligel Serokwezîrê Libnanê Necîb Mikatî pêk anî de, Serokê Şaneya Çavdêriya Hilbijartinê ya YE derbarê mekanîzma şopandina hilbijartinê de agahî da.

Back to top button