HPG’ê ragihand dewleta Tirk a dagirker di navbera 1 û 6’ê Nîsanê de ji hewayî û bejahî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker di navbera 1 û 6’ê Nîsanê de êrişên berfireh bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn.
HPG’ê eşkere kir di navbera 1 û 6’ê Nîsanê de
gelek qadên bi ser herêmên Zapê, Qendîl, Metînayê û Avaşînê, bi balafirên şer, helîkopter û qereqolên li ser sînor ve hatin bombebarankirin.