Wê îsal bi boneya 7-8’ê Hezîranê Roja Çalakiya Kûrewî ya Ji Bo Heskîfê li 35 deveran çalakî bên lidraxistin.
Berdevkê Navnetewî yê Hewldana Zîndekirina Heskîfê Ercan Ayboga, bang li ekolojîst û dîrokhezan kir û got:
“Deng bidin Heskîfê.”
Çêkirina Bendava Ilisû ya li ser Çemê Dîcleyê didome.
Bi vê bendavê re di serî de Heskîfa dîrokî û bi giştî dê 119 dever di bin avê de bimînin.
Hewldana Zîndekirina Heskîfê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê jî di nav de 87 tevgerêne kolojiyê bi boneya 7-8’ê Hezîranê Roja Çalakiya Kûrewî ya Ji Bo Heskîfê bang kirin.
Berdevkê Navnetewî ya Hewldana Zîndekirina Heskîfê Ercan Ayboga, diyar kir ku ew ê li gelek welatên cîhanê ji bo Heskîfê çalakiyan li dar bixin.
Ayboga, destnîşan kir ku divê her kes bibe dengê Heskîfê.
Ayboga, anî ziman ku ew ê li welatên wekî Avûstûrya, DYA, Fransa, Iraq û Tirkiyê çalakiyan li dar bixin û got:
“Wê li Îraqê li 10 bajaran çalakî bên lidarxistin.
Lê em dikarin ji vê bêtir li Tirkiyê li dar bixin.
Loma em dixwazin careke din bang li ekolojîst û dîroknasan bikin ku em bibin dengê Heskîfê.
Dibe ev pêşangeh be, dibe ev daxuyanî be, dibe ev meş jî be.”