Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê bi raporekê ragihand ku tenê di nava mehekê de 6 Kurd ji aliyê rejima Îranê ve hatin darvekirin û 2 kolber hatin kuştin.
Komeleyê da zanîn ji ber astengiyên ku dewleta Îranê li hember wan derxistiye rapor ne temame û tenê karîbûn beşek ji binpêkirinan eşkere bikin.
Bîlançoya ku di raporê de hate parvekirin wiha ye:
“6 kes hatin darvekirin û biryara darvekirinê ji bo 2 kesan hatiye dayîn.
2 kolber hatin kuştin û 37 kolber jî birîndar bûn.
120 çalakvanên sivîl û siyasî ji wan 7 jin, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin.”
Komeleyê eşkere kir ku bi giştî 47 sal cezayê girtîgehê li 16 kesan hatiye birîn.
Komeleyê diyar kir bûyerên kuştin û xwe kuştinê zêde bûne û herî kêm 11 kesan xwe kuştiye û 3 kes jî hatine kuştin.
Her wiha di encama teqîna mayînên ku hê ji şerê di navbera Îran û Iraqê de nehatine paqijkirin kesekî jiyana xwe ji dest daye.
Komeleyê di dawiyê de bang li gelê Kurdistanê kir ku li hember her cure binkpêkirinan têbikoşin.