Meclisa Sûriya Demokratîk MSD`ê diyalogên siyasî û civînên xwe bi armanca li darxistina kongreyek giştî ji opozîsyona Sûriyê re zêde kirin.
MSD`ê ji bo xwe bigihêjîne tevahiya çîn û civaka Sûrî û projeyên xwe ji wan re bide naskirin amadekariyên xebateke berfireh dike.
Di demên dawîn de xebatên ê mîna civîn û hevdîtinan bi siyasetmedar û rûspiyên êlan re zêde kirin e.
Ji ber wê erkên bûroya xwe ya navçeya Tirbespiyê berfireh kir.
Bi vê yekê li navçeya Tirbespiye, Til Hemîs, Til Koçer, Girkê Legê û bajarê Dêrikê bi navendê ve hatin girêdan.
Cîgirê serokê Desteya Rêveber a MSD`ê û serokê Buroya Rêxistinî Hikmet El-Hebîb diyarkir ku piştî Komxebata serkeftî ya Eyn Îsayê MSD wê bi bi rêya buroyên xwe yên dîplomasî û derve re kesayetên êl û partiyan ên nû tev li meclisê bike.
Hikmet El-Hebîb dazanîn ku piştî niqaşa bi pêkhateyên heremê re wê MSD`ê ber bi lidarxistina kongreyek giştî ve biçe.