Artêşa Tirk a dagirker 41 wesayitên leşkerî derbasî herêma Idlibê kirin. Li Derayê li dijî hêzên hikumeta Şamê êriş hat kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirk a dagirker îro 41 wesayitên leşkerî yên ji tank, panzêr û barhilgirên moşekan pêk tên derbasî Sûriyê kirin.
Sewqiyat gihaştin baregeha artêşa Tirk a kampa Mestûme ya li başûrê Idlibê, da ku li deverên başûr û rojhilatê Idlibê werin belavkirin.
Artêşa Tirk valakirina deverên hundirîn ên Idlibê yên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, dewam dike û wan vediguhêze eniyên şer û xetên paş.
Li derayê li dijî leşkerên hikumeta Şamê êriş hat kirin
Li aliyek din Çavdêriyê diyar kir ku kesên nenas li gundê Qesîr ê herêma Hewd El-Yermûd a Derayê êrişî bendeke çekdarên berê tevlî “lihevkinan” bûbûn û piştre beşdarî Firqeya 4’an a hikumeta Şamê bûbûn, kir.
Hat diyar kirin di encamê de 2 leşker birîndar bûn.