AKTIVÎSTÊN TJA’YÊ LEYLA GUVEN ZIYARET KIR

Aktivîstên TJA’yê bi boneya cejna Remezanê serdana Leyla Guven a ku 200 roj di greva birçîbûnê de ma kirin.
Leyla got:
” Wê jin dîroka serîhildana binivîse.”

Bi boneya Cejna Remezanê Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) serdana malbatên Zulkuf Gezen ê ku li dijî tecrîdê çalakiya canbexşane pêk anî kir.

Piştre jî serdana çalakgerê rojiya mirinê Ardil Çeşme kirin.

Paşê Aktivîstên TJA’yê serdana Leyla Guven jî kirin ku 200 rojî di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda îmraliyê de bû.

Parlamenterên HDP’ê, hevserokên şaredariyên HDP’ê û encumen jî beşdarî serdanê bûn.

Leyla Guven jî ji serdanê keyfxweşiya xwe anî ziman û got:

“Hevdîtina malbatê û parêzeran a bi Rêber Ocalan ji bo min bû wekî cejnê.

Wê dîrokê serîhildana jinê binivîse.

Dayikên Laçikspî li ber zindanan heta dawiyê li berxwe dan.

Bi pêşengiya jinê tecrîd bi dawî bû. Ev şerefek mezin e.”

Dayikên Aştiyê yên ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê her li qadan bûn bi laçikên xwe yên spî serdana Leyla Guven kirin.

Leave a Reply

Back to top button