Şêniyên taxa Şêxmeqsûd: Em ê li hember dorpêça hikûmeta Şamê li ber xwe bidin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê a Helebê piştrast kirin ku ew ê li hember dorpêça hikûmeta Şamê li ber xwe bidin.

Şêniya bi navê Yesmîn Idlibî ji pêkhateya Ereb diyar kir ku dorpêç di warê dabînkirina pêdiviyên jiyanê de gelek pirsgirêkan çêdike.

Şêniya bi navê Feyrûz Heyder a ji pêkhateya Kurd jî derbarê mijarê de axivî û dorpêça li ser wan şermezar kir û ev tişt anî ziman:

”Berxwedan bersiva herî guncaw a li hemberî binpêkirinên hikumeta Şamê ye ku şerê birçîkirinê li dijî gel dimeşîne.”

Her wiha diyar kir ku ev kiryar wekî sûcên çeteyên artêşa Tirk a dagirker in ku berî çend salan li taxê pêk anîn.

Feyrûz Heyder destnîşan kir ku qutkirina ard li ser wan dê îradeya wan lawaz neke û da zanîn ku şêniyên taxê ji siyasetên heyî hişyar in.

Îbrahîm Etalah jî ku ji pêkhateya Ereb e anî ziman ku ew hemû pêkhate bi hev re dijîn û li hemberî van rêbazên derexlaqî yek in.

Back to top button