ARTÊŞA LÎBÎ DRONEKE TIRKÎ ANÎ XWARÊ

Şerê Lîbyayê bi dijwarî li dar e, nemaze piştî dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe li wir bi cih kiriye.
Herî dawî artêşa Xelîfa Hefter droneke Tirkiyê anî xwarê.

Ajansa ragihandinê ya Lîbî diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Lîbî droneke Tikî ku êrîşî hêzên artêşê kiribû, anî xwarê.

Li gorî agahiyan, ev dron di dema peyabûna wê li baregeha, hat xwarê.

Her wiha artêşê roja Şemiyê jî droneke Tirkî li asmanê bajarê Geryanê ku 80 km dûrî paytextê ye, xist.

Artêşa niştimanî ya Lîbyayê ya bi serpereştiya Xelîfa Hefter berî niha gotibû serbazên Tirkiyê, çeteyên ku li Lîbyayê bi cih kirine, perwerde dikin.

Artêşê der barê vê de vîdyoyek belav kiribû.

Tê de ev serbaz çeteyên Terablusê fêrî bikaranîna çekên leşkerî yên Tirkiyê şandibûn paytextê dikin.

Li gorî artêşê, hejmareke serbazên artêşa dewleta Tirk li Terablusê bi cih bûne.

Leave a Reply

Back to top button