“Dewleta Tirk ya dagirker dixwaze destketiyên Başûr ji holê rake”

Rojnamevan û çalakvanên Başûrê Kurdistanê diyarkirin hêzên dagirker dixwazin destketiyên başûrê Kurdistanê ji holê rakin û dan zanîn hin partiyên başûr jî rê ji wan re vedikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê li başûrê Kurdistanê dijî gerîla amadekariyên êrişên nû dikin.

Gelê başûrê Kurdistanê jî nerazîbûnê nîşanî vê hevkariya PDK’ê bi dagirekran re dide.

Rojnamevan û çalakvanan Başûr di vê derbarê de ji Rojnews re axivîn.

Rojnamevan Cîhad Hewramî diyar kir ku çi dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistan û Qendîlê were kirin, raste rast xizmeta welatên dagirker dike û got:

“Hizbên Başûr hewl didin hemû destkeftiyên bidestketine, ji holê rakin.”

Çalakvan Yadîgar Rauf jî li ser heman mijarê axivî û got:

“Dagirkeriya dewleta Tirk ne tenê li Başûr, dixwaze serdestiya xwe li ser hemû herêmê ava bike. Dewleta Tirk ji bo dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê rewa bike piştgiriyê ji hin aliyên siyasî yên başûr digire.”

Back to top button