Hêzên hikûmetê herêmên Idlib û Laziqiyê topbaran kir

Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlibê topbaran kir.
Balafirên şer ên Rusya jî deverên DAIŞ ên li çolistana Sûrî bombebaran kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandin ku, şevê din hêzên hikûmeta Şamê bajarokê Filêfil, Sifûhin, El-Benîn û El-Fetîra ên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha balafirên şer ên Rusya jî nêzî 8 êrişên hewayî li dijî bajarokê El-Fetîra û Filêfil cih belavbûna leşkerên artêşa Tirk ên li başûrê Idlibê pêk anî.

Li aliyekî din, hêzên hikûmetê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk li derdora gundê Kebana ê gundewarê Laziqiyê bi çekên giran bi hevketin.

Balafirên Rûsyayê deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebaran kirin

Çavdêriyê ragihand ku, balafirên şer ên Rusyayê di 24 seatên dawî zêdeyî 20 êrişên hewayî li dijî nuqteyên DAIŞ ên li çolistana Sûrî pêk anî.

Back to top button