Encama şerê li Ûkrayna giran dibe

Her çiqasî Rûsya hêzên xwe bi tevahî ji herêmên bakurê Ûkrayna vekişand, lê şerê li welat ranaweste.
Di roja 45. a şer de, bîlançoyên kuştina sivîlan giran bûye.
Jimara kesên li rawestgeha trenê ya li bajarê Kramatorsk gihişt 52’an.
Di vê navberê de YE ji bo endamtiya Ûkrayna, lez da pêvajoya endamtiyê.

Li Ûkrayna, şerê 45 rojan yê ji ber êrişa Rûsya li dijî welat dayî despêkirin li pey xwe bîlançoyek giran hiştiye.

Doh li bajarê Kramatorsk dema veguhestina sivîlan ji navenda trenê ya li bajar, êrişek moşekî pêk hat.

Rêveberiya Ûkrayna ya herêma Donbassê ragihand ku ji ber êrişê bîlançoya qurbaniyan derketiye 52’an.

Di nava van de 5 zarok jî hene.

Her wiha bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

Ûkrayna: 40 cenazeyên li Buça ji gorên komî hatin derxistin yê sivîlane

Cenazeyên sivîlan yên piştî vekişîna artêşa Rûsya ji bajarê Buça jî hîna di rojeva cîhanê de ye.

Di goreke komî de 40 cenazeyên hatine derxistin yê sivîlan bû.

Li gundên Çernihiv cenazeyên sivîlan hatin dîtin

Di lêgerînên ku li gundên bajarê Çernîhîvê yên ku artêşa Rûsyayê jê vekişiyabûn de cesedên sivîlan hatin dîtin.

Derket holê ku dêra ku weke navenda artêşa Rûsyayê tê bikaranîn, wêran bûye.

Ûkrayna: 176 zarok hatine kuştin

Di vê navberê de serdozgeriya Ûkrayna yê ragihand ku ji roja yekam a êrişên Rûsya ku 24’ê Sibatê dayî despêkirin û heta niha 176 zarok hatine kuştin û 324 jî birîndar bûne.

Ûkrayna: 19,100 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkraynayê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku di nava 45 rojên şerê li welat de, 19,100 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

Her wiha, 151 balafir, 136 helîkopter û 705 tank hatine bêkêrkirin.

Di vê navberê de Slovakya beşek ji sîstema parastina asmanî ya S-300 yên xwe radestî Ûkrayna kir.

YE ji bo endamtiya Ûkrayna pêvajoyê leztir dike

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen di serdana xwe ya yekem a Ûkraynayê de pêvajoyeke bi lez ji bo endamtiyê pêşniyar kir.

Von der Leyen li paytexta Ûkraynayê Kîevê bi Serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy re civiya.

Leyen bo Zelensky got:

“Peyama min a îro zelal e.

Ûkrayna ji malbata Ewropa ye.

Me daxwaza we bi dengekî bilind û zelal bihîst.

Û em îro li vir in ji bo ku hûn bersiva yekem a erênî bidin.”

Rêvberên Ewropa ji bo piştevaniya Kîevê anîn ziman ku wan 500 milyon euro yên din jî diyar kiriye.

Leyen: Tişta min li buça dîtî sucê şer bû

Seroka Komîsyona Ewropa Ursula von der Leyen îro jî bi daxuyaniyekê got,

Hêzên Rûsî bi armanckirina sivîlan li Ûkraynayê sûcên şer kirine.

Lê divê parêzer van rastiyan lêkolîn bikin.

Ursula von der Leyen a ji Ûkraynayê derketî, diyar kir ku wî duh bi zelalî berfirehiya şer li Buça ya li nêzî Kîevê dît.

Leyen anî ziman ku ewê li gel Ûkrayna ji bo derxistina delîlên sûcê şer yê ji aliyê Rûsya ve pêk hatî bixebitin.

Back to top button