Rêveberiya Xweser a Şengalê: Lêkirina dîwar dewama peymana 9’ê Cotmehê ye

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) civîna xweya asayî lidarxist.
Di civînê de çêkirina dîwarê navbera Şengalê û rojava mijara sereke bû.
Rêveberiya Xeswer li dijî plan û êrişan bîryara bilindkirina têkoşînê da

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) îro li komelgeha Dugurê civîna xwe li darxist.

Di civînê de rapora kar û xebatê ya Desteya Rêveber hat xwendin û rewşa siyasî û buyerên li herêmê hatin nirxandin.

Di civînê de dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kuridistanê de ku ji aliyê hikûmeta Iraqê ve tê çêkirin mijara sereke bû.

Di nirxandinên civînê de hate diyar kirin piştî peymana 9’ê Cotmeha 2021’an a li ser Şengalê ku bi saya berxwedana gel rê li ber hate girtin, careke din heman alî lîstikên din li ser herêmê didin meşandin û hate gotin:

“Hewildan hene bi destê PDK’ê gelê Êzidî ji Şengalê bê derxistin û pêkanîna van pilanên qirêj ji niha ve dixwazin bidin meşandin.

Ji bo vê jî PDK dixwaze bi rêya Babe Şêx û Meclisa Ruhanî vê pêngavê bide kirin.”

Di civînê de bi taybetî bal kişandin li ser kirinên hikûmeta Kazimî yên li ser civaka Êzidî û wiha hate gotin:

“Me wek Rêveberiya Xweser a Şengalê du mehên têr û tijî derbaskirin, di nava van mehan de ji aliyê Iraqê û hevkarên wan ve gelek hewildan kirin.

Ji bo xalên peymana 9’ê Cotmehê pêk bînin û li ser vî esasî gelek zextên hikûmeta Iraqê li ser gelê me û hêzên me yên asayîşê çêbûne.”

Têkildarî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de jî di civînê de hate gotin

“Ev diwar weke dewama peymana 9’ê Cotmehê ye û bi lêkirina vî dîwarî dixwazin yekitî û vîna gelê herêmê ya ku ev 7 sala avabûye tine bikin.

Herwiha ji bo ku ewlehiya pêkhateyên Şengalê bixin bin metirsiyê ew dîwar tê danîn. ”

Di dawiya civînê de Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî pilanên li ser Şengalê tên kirin û şerê taybet yê PDK’ê ku dide meşandin, biryara xurtkirina têkoşînê da.

Back to top button