AGIR BI ZEVIYAN GUNDÊ GIRBAWÎ KET, HETA NIHA 50 DONIM ZEVÎ ŞEWITÎNE

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji zeviyan agir xelas nabe. Piştî agirê bi zeviyên di navbera Hesekê û Qamişlo de hat vemirandin, vê carê jî agir bi zeviyên gundê Girbawî yê Qamişlo ket.

Agir di saetên serê sibehê de bi zeviyan ket.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin heta niha bi qasî 50 donim zeviyên ji berhema ceh û genim şewitîne.

Şêniyên herêmê jî li gorî derfetên di destê xwe de hewil didin agir vemirînin.

Leave a Reply

Back to top button