Belgefilma “Hêza” xelat girt

Belgefilma “Hêza” ya ku çêroka jinek Êzidî ye, di festîfala Filman a ‘Boden a Navnetewî’ de weke belgefilma herî baş hat hilbijartin û hêjayî xelatê hat dîtin.

Di nava Şengalê de, bi hezaran çîrokên êş û berxwedanê hene..

Yek jê çîroka jina Êzdî Hêz e ku bû belgesel..

Belgefilma “Hêza” ji aliyê derhêner Derya Deniz û muzîka wê ji aliyê Mehmud Berazî ve hatiye amadekirin.

Montaj û wênegirtina wê jî ji aliyê Şaristan Mahîr, Aza Boran, Afat Baz û Îbrahîm Sedî ve hatiye kirin.

Dîmenê belgesela Hêza ya ku amadekariya wê di nava salekê de qediya li erdnîgariya Reqa, bakur û rojhilatê Surî û Şengalê hatiye berhevkirin.

Belgefilma”Hêza” çîroka jinek Êzidî ya 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li gel 24 endamên malbata xwe ji aliyê DAIŞ’ê ve tê revandin.

Çeteyên DAIŞ’ê Hêza dibin Reqayê û li wir weke sebî difroşin..

Piştî ku Hêza 2015 rizgar dibe ji bo rizgariya tevahî jinên Êzdî dikeve nava tevgerê.

Lewra ew tevlî YJŞ’ê dibe.. Li Şengalê dibe fermandarek

Ji bo tolhildana jinên Êzidî 2016’an tevlî pêngava Reqayê dibe.

Piştî Reqa rizgar dibe, Hêza serdana wê malbata Kurd ku di dema DAIŞ’ê de alîkariya wê kirî, dike.

Belgefilma “Hêza” di festîfala Filman a ‘Boden a Navnetewî’ de weke belgesela herî baş hat hilbijartin û hêjayî xelatê hat dîtin.

Back to top button