Li yek ji kargehên hesin ên li herêma Tancero ya Silêmnaiyê teqînek pêk hat û di encamê de 13 kes birîndar bûn. Her 13 karkerên birîndar ji Hindistan û Îranê ne.
Rêveberê Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê Dr. Umêd Elî diyar kir ku 13 karmendên kargeha hesin ji ber birîndarbûnê rakirine nexweşxaneyê û got:
“Yek ji birîndaran piyê wî jê bûye û 2 kesên din jî şewitîne.”
Birîndarên teqîna li Silêmaniyê Hindî û Îranî ne
Berdevkê Polîsên Silêmaniyê Serkewt Ehmed têkildarî bûyerê daxuyanî da û got:
“Ji van karkeran 11 xelkê Hindistanê ne û 2 jî xelkê Îranê ne.
Du nêrîn li ser sedema teqînê hene. Yek, çêbûna temasa ceyranê û ya din jî dibe ku di ocaxa hesin de pirsgirêkek hebe.”
Serkewt Ehmed diyar kir ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye kirin û her kesekî xemsarî kiribe, wê rû birûyî yasayê bibe…