Macid Xelîl: Divê kampanya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê were berferehkirin

Ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ başûrê KUrdistanê jî di nav de, ji her devera cîhanê bang tên kirin.
Çalakvan û mamostayên Zanîngehê yên Silêmaniyê dibêjin:
“Ji bo PKK’ê ji vê ‘lîsteya terorê’ were derxistin, divê kampanyaya hatî destpêkirin, berfireh bibe.” 

Mamostayê Zanîngehê Macid Xelîl diyar kir ku PKK’ê ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd têdikoşe.

Macid Xelîl dibêje:

“Bi rêya kampaniyê re em dixwazin ispat bikin ku baweriya PKK’ê bi hemû taybetmendiyên demokrasiyê heye. ”

Li ser heman mijarê Aktîvîst Mehmûd Ebdulkerîm jî tekez kir divê kampanya were berfirehkirin û êdî PKK’ê ji vê lîsteyê were derxistin.

Back to top button