Dagirkeran welatiyek ji navçeya Reco ya Efrînê revand

Di rojên dawî de revandina Efrîniyan ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve zêde bûye.
Çeteyan herî dawî ji navçeya Reco ya Efrîna dagirkirî welatiyek revand.

Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bendeke kontrolê ya li nêzî bajarê Ezazê ya dagirkirî, welatiyekî navçeya Recoyê dema diçû Ezazê, revand.

Li gorî agahiyan navê welatiyê hatiye revandin Luqman Mihemed Birîm Hesen e.

Luqman 47 salî ye û ji gundê Gewanda yê navçeya Racoyê ye.

Hate ragihandin ku çeteyan Luqman Hesen birine cihekî nediyar û heta niha çarenivîsa wî nayê zanîn.

Duh jî Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrîna dagirkirî 4 welatî revandin û birin cihekî nediyar.

Back to top button