Li Iraqê Ji ber bêhnçikandinê heta niha bi dehan kes rakirina nexweşxaneyan

Ji roja pêncşemê ve li Başûrê Kurdistanê bahozeke tozê heye.
Vê tozê bandor li tenduristiya mirovan kiriye û heta niha ji ber bêhnçikandinê bi dehan kes rakirine nexweşxaneyan.

Ne tenê Başûrê Kurdistanê beşekî mezin ji Iraqê bi vê bahozê bandor bûye .

Ji ber vê bahozê gelek gerên balafiran ên Hewlêrê jî hatin betalkirin.

Li gelek deveran ji ber tozê mirov nikarin ber xwe bibînin.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Seyf El Bedr ji ajansa AFP’ê re diyar kir ku li gelemperiya Iraqê bi dehan kes ji ber bêhnçikandinê rakirine nexweşxaneyê.

Ji ber beşek mezin a Iraqê çolistan e, di werzê biharê de bahozên tozê radibe.

Her ku diçe zuhabûn li Iraqê zêde dibe û asta germaniyê jî bi ser 50 pileyî dikeve.

Meteorolog anjî hewnas dibêjin ji ber zuhabûn, nebûna daristanan û nebarîna baranê, dibe bahozên tozê siberojê hîn zêdetir bibin.

Back to top button