Li Diyala..Di êrişa çeteyan de polîseke Iraqê hate kuştin

Çeteyên DAIŞ’ê li sinorê parêzgeha Diyale êrişê polîsên Iraqê kirin. Di êrişê de polîsek hat kuştin û du polîs jî birîndar bûn.

Di van rojên dawiyê de çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê êrişên xwe zêdekirine. Şevê din di saetên dereng de çeteyên DAIŞ’ê li bakurê navçeya Şareban a girêdayî Diyalayê êrişê polîsên Iraqê kir.

Li gorî Rojnewsê di encama êrişê de polîsek bi navê Omer Walî hatiye kuştin û du polîs jî birîndar bûn e.

Kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ’ê duh êvarê jî êrişî gundê Dikişman ê Kerkûkê kiribûn. Di êrişê de welatiyek gund jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ’ê leşkerekî Iraqê kuşt

Hêjayî bibîrxistinê ye duh nîvro çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya navdewletî ya bajarê Hît a ser bi parêzgeha Enbarê êrişê leşkerên Iraqê kirin.

Di encama êrişê de leşkerek hat kuştin û leşkerek jî bi giranî birîndar bû.

Her wiha 8’ê nîsanê çeteyên DAIŞ’ê li Herêma Qerac ya serbi navçeya Mexmûrê 2 şivan revandin û heya niha çarenûsa wan nayê zanîn.

Back to top button