Çalakvanên Başûr: Em li dijî şerê navxweyî yê Kurd in

Siyasetmedar û çalakvanên Başûrê Kurdistanê jî li dijî hevkariya PDK bi Tirkiyê re bertek nîşan dan.
Çalakvan dibêjin :”Her partiyeke siyasî hevkariyê bi Tirkiyê re bike, wê ziyaneke mezin lê bibe.”

Berpirsê Şaxê Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê ya Silêmaniyê Ehmed Xidir li dijî vê hevkariyê anî ziman pêwîst e hemû aliyên Kurdistanê bi yek dengê li dijî vê hevkariyê rabin.

Li ser heman mijarê, Endama Komeleya Komûnîst a Îranê Kanî Kerempur jî tekez kir ku eger partiyek Kurd hevkariya dagirkeran bike,ew xayîn e.

Çalakvan Siyasî Simko Reşîd jî da xwiyakirin divê ti partiyeke siyasî hevkariya dewletên dagirker nekin û bi taybet dewlet aTirk a dagirker.

Back to top button