Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlibê bombebaran kirin

Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlibê bombebaran kir. Wesayîteke bombebarkirî jî li nêzî benda kontrolê ya çeteyên dewleta Tirk ya li bajarê Babê, teqiya.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku, Hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran bakur û başûrê Idlibê bombebaran kir.

Bajarokê Miaret El-Niesan ya li bakur bajêr û bajarokên Filêfil, Benîn û Sifûhin ên li başûrê bajêr rastî êrişan hatin.

Di heman demê balafirên keşfên ên Rûs jî li esîmanê herêmê geriyan.

Li Babê wesayîteke bombebarkirî teqiya

Çavdêriyê ragihand, vê sibê erebeyek bonbebarkirî li nêzî benda kontrolê ya çeteyên dewleta Tirk ên li bajarê Babê a li rojhilatê Helebê, teqiya.

Hate ragihandin ajokarê erebeyê jî di navê de 3 kes birîndar bûn.

Li Serêkaniyê çeteyên dewleta Tirk şer kirin, 5 çete birîndar bûn

Her wiha çavdêriyê da zanîn duh du komên çete ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Serêkariyê şer kirin.

Hate diyarkirin şer heta vê sibê berdewam kir û di encamê de 5 çete birîndar bûn.

Back to top button