Tehran: DAY dixwaze şertên nû ferz bike

Ji bo vegera DYA li bernameya peymana nukleerî ya Îranê, nêzî salekê ye danûstandin pêk tên. Lê heta niha gotina dawî ya ji bo van danûstandinan nehatiye kirin. Tehran îdia dike ku di danûstandinên li Viyanayê pêk tên de, DYA hewl dide şert û mercên nû ferz bike.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNA’yê, Huseyîn Emîr Abdullahiyan got, “Ew (Amerîkî) têkildarî rakirina pêkanînan de li wê yekê digerin ku ji bilî danûstandinan şert û mercên nû ferz bikin.”

Abdullahiyan diyar kir ku ku di nava du, sê hefteyên dawî de şandeya Amerîka hin daxwazên nû li metna hatî diyar kirin zêde kirine.

Peymana nukleerê sala 2015’an ji aliyê Îranê û DYE, Rûsya, Çîn, Fransa, Qraliyeta Yekbûyî û Elmanyayê ve hatibû îmzekirin.

Gulana 2018’an Serokê berê yê DYA Donald Trump bi awayekî yekajî ji peymanê vekişiya.

Tehranê jî weke bersivdayinê sozên ku di çarçoveya peymanê de dabû, gav bi gav betal kiribû.

Bi danûstandinên li Viyanayê re armanc ew e ku Washîngton li peymanê vegere.

DYA bi rengekî neyekser tevlî danûstandinan dibe.

Back to top button