Li dijî nedana muçe karmendan rêya Silêmanî-Dukanê girtin

Karkerên paqijiyê li bajaroka Xelekan û Pîremegron ên girêdayî Silêmaniyê ji ber ku ev sê mehin muçeyên xwe ne girtine rêya sereke ya Silêmanî-Dukan li hatûçonê girtin.

Karkerên paqijiyê yên kompanya Şikar a bajaroka Dukan, Xelekan û Pîremegron ev sê mehin muçeyên xwe negirtine.

600 ta 700 karkeran ji ber nedana muçe boykot ragihandine.

Karkeran li dijî nedana muçe, rêya sereke ya Silêmanî-Dukan li trafîkê girtin û bi rojane karkerên paqijiyê li Silêmanî, Germiyan, Raperîn, Koye û Çemçemal naçin ser kar.

Îslamî Şêrko Cewdet: Ji ber derengketina muçe û nebûna yasa budceyê wê li dijî hikûmet gilî bikin

Serokê Koma Yekgirtûya Îslamî ya li Parlementoya Herêma Kurdistanê Şêrko Cewdet derbarê derengketina muçeyan de daxuyaniyek da.

Şêrko Cewdet diyarkir ew ê îro li Dozgeriya Giştî ji ber yasaya budce ji parlementoyê, gilî li ser hikûmetê bikin.

Şêrko da zanîn derengketina muçe di demekî de ye ku pere û dahatek zêde heye.

Back to top button