Li Fransa ji bo serokomariyê 12 namzet di pêşbaziyê de ne

Ji bo tûra destpêkê ya hilbijartinên serokkomariyê bang li milyon hilbijêrî hate kirin ku dengê xwe bidin. 12 namzet ji bo serokatiyê ketine pêşbaziyê. Ji van, 6 namzetên sereke 3 rastgir û 2 çepgirin. Di hilbijartinê de, Emmanuel Macron û Marina Le Pen weke du namzetên li pêş xuya dikin.

Li Fransa 48,7 milyon kes ji bo hilbijartina serokomar dikarin dengê xwe bikar bînin.

Dengdanê li 70 hezar buroyên hilbijartinê saet di 08:00 de destpê kir.

Tê payin ku encamên destpêkê yên li bajarên mezin saet di 20:00 de eşkere bibin.

Kampanya hilbijartinê di bin bandora atmosfera şewba Covîd-19 û şerê Ûkraynayê de pêk hat.

12 namzet tevlî pêşbirka hilbijartinê bûne.

Li gorî anketan Serokomarê heyî Emmanuel Macron wê bibe yek ji serketiyên tûra destpêkê.

Di anketa dawî ku hefteya derbasbûyî hate weşandin, rêjeya dengê Macron di navbera asta ji sedî 25 û 28’an de ye.

Marine Le Pen a rastgiriya tund jî ji sedî 21.5 heta ji sedî 24 ê dengan werdigire û di rêza duyemîn de cih digire.

Ji namzetên çep a radîkal Jean Luc Melenchon Melênşan jî ji sedî 16 heta 18’an dengan werdigire.

Du namzetên ku di tûra destpêkê de bi ser ketin wê 24’ê Nîsanê di tûra duyemîn de werin hemberî hev.

Ji ber ku partiyên çep li ser namzetekî li hev nekirin, dibe ku derbeke giran bixwin û di tûra duyemîn de nemînin.

Her wiha dibe ku hilbijêrên çepgir ji bo pêşî li namzeta rastgiriya tund bigire, dengê xwe bidin Jean-Luc Melenchon.

Di rewşeke wiha de jî Melenchon û Macron dikarin werin hemberî hev.

Pirsgirêka herî mezin a demokrasiya Fransayê ya di hilbijartinê de, xemsarî û boykot e.

Li gorî anketan, ji sedî 25 heta 30’î ê hilbijêran boykotê tercîh dikin.

Li gorî gelek çavdêrên siyasî mîna hilbijartinên serokkomariyê yên sala 2002’an xemsariyek di asta rekorê dikare bê nîşandan.

Sala 2002’an ji sedî 28.4 ê hilbijêran dengê xwe di tûra destpêkê de nedabûn.

Di hilbijartinên sala 2017’an de ji sedî 22.2’ê hilbijêran deng nedabûn.

Back to top button