Rûsya ber bi rojhilatê Ûkrayna ve hêzê kom dike

Di şerê li Ûkrayna de Moskow stratejiya xwe guhertiye. Êrişa Rûsya ku ji bakur û rojhilatê welat despêkirî, niha bi rojhilatê welat re sînordar maye. Welatên rojava yên ku difikirin wê bi cezayên aborî Rûsya bidin rawestandin, niha paketa 6. a cezayan amade kiriye. Di vê navberê de, YE ragihand ku heta niha bêtirî 10 milyar euro ji bo Ûkrayna hatiye komkirin.

Li Ûkrayna wêraniya ji ber şerê 46 rojan dewam dike, zêde dibe.

Her çiqasî li bakurê welat şer rawestiya be, lê artêşa Rûsya xwe li rojhilatê welat komî serhev dike.

Niha ya tê xuyakirin di plana Rûsya de kontrolkirina herêma Donbassê ye.

Hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê êrîşa xwe ya li ser xeta Donetsk didomîne.

Bi vê yekê re hewl dide gundên Rubezhnoye, Popasnaya û Novobahmutovkayê bi dest bixe.

Ûkrayna: 19,300 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ûkrayna jî bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 46 rojan a li dijî artêşa Rûsya eşkere kir.

Li gorî vê, 19,300 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

152 balafir, 137 helîkopter û 722 tank hatine têkbirin.

Di vê navberê de, artêşa Ûkrayna dimenê têkbirina tank û maşîneyên leşkerên Rûsya parve kir.

Rûsya: Me li navendên hêzên biyanî yên li Ûkrayna û sîstema S-300 xist

Moskow ya li qadê, zehmetiyan dibîne dixwaze xwe weke serkeftî nîşan bide.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku wan li herêma Dnipro ya Ûkraynayê, ku baregehên hêzên biyanî lê kom dibin û li hin cihan, li sîstemên mûşekî yên parastina hewayî S-300 xistine.

Konaşenkov bal kişand ku hêzên hewayî yên Rûsyayê li Ûkraynayê 86 baregehên leşkerî yên din têk birine.

Her wiha, heta niha 127 balafir, 98 helîkopter û hezaran maşîneyên leşkerî hatine bêkêrkirin.

Johnson û Zelensky li kolanên Kîevê meşiyan

Di demekê ku şerê li welat dijwar dibe de, ji nişka ve serokwezîrê Brîtanya Boris Jhonson serdana Kîevê kir.

Johnson û Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky li nava kolanên paytextê geriyan.

YE wê paketa 6. a cezayên li dijî Rûsya gotûbêj bikin

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewropayê (YE) wê sibe li Luksemburgê li ser pakêta 6’emîn a cezayên li dijî Rûsyayê gotûbêj bikin.

Herî dawî jî pêşniyara YE yê ya ji bo bidawîkirina kirîna komirê ji Rûsyayê ku di paketa 5. de pêk anîbû niha jî petrola wê di armancê de ye.

Lê belê hat ragihandin ku ev pêşnûme welatên endam kirine du parçe û hîn jî li ser vê mijarê lihevkirinek çênebûye.

Ji bo piştevaniya Ûkrayna bêtirî 10 milyar euro hat komkirin

Welatên rojava ji bo piştevaniya Kîevê di nava tevgerê de ne.

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen ragihand ku alîkariya aborî ya ku ji bo piştgiriya Ûkrayna, kom kirine gihîştiye 10,1 milyar euro.

Back to top button