Li Efrînê welatîkî ji ber li aqubeta du kurên pirsî hate girtin

Welatiyekî Efrînî ku li aqubeta du kurên xwe yên revandî pirsî, ji aliyê MÎT’ê ve hate girtin.

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk beriya hefteyekê welatiyê bi navê Ednan Bekir ê ji gundê Baf-lor ê navçeya Cindirês ya Efrîna dagirkirî revandine.

Her wiha Ednan ji bo li aqubeta du kurê xwe yên revandî yên binavê Amir û Ednan bipirse serî li saziyên ewlehiyê yên li Stenbolê da û li wir ji aliyê MÎT’ê ve hate girtin.

Back to top button