Bi sedan şêniyên Reqayê û gundewarên wê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mistefa Elxelef bi merasîmekê li goristana şehîdan oxirkirin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mistefa Elxelef 2 Hezîranê di encama teqîneke li Reqayê de şehîd bû.
Bi sedan şêniyên Reqa û gunderwarên wê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana şehîdan a li gundê Hikûmiyê ve ketin rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclis Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîda re xwestin û fedekariya şehîdan silav kirin.
Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de spartin axê.